2015 ж. 18 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 18 қыркүйек
Li deriyên sînor ên Kapikoya Wanê, Uzumlu û Esendereya Hekariyê ji ber êrîşê terorî xizmetên gumrukê niha nayên kirin û ev yek jî zirarê dide aboriya herêmê.
Bi saya Pêvajoya Çareseriyê di nav civakê de aramî bi cih bû û aboriya herêmê jî bi pêş ve diçû lê ji ber çalakiyên PKKya rêxistina terorê ya wek rêbirîn, êrîşkirin, revandina xebatkarên gumrukê, wesayît şewitandin û di rêyan de teqemenî bicihkirinê ew rewş êdî nema.
Ji ber vê jî deriyê sînor ê Kapikoya li Saraya navçeya Wanê û deriyê sînorê Esendereya li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ku vedibin aliyê Îranê û deriyê sînorê Uzumluya li Çûkurcaya navçeya Hekariyê ku ew jî vedibe aliyê Iraqê niha xizmet nayê kirin.
"Hêviya me ew e ku ev derî êdî vebin"
Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Wanê (OPB) Necdet Takva daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bal kişand ser girîngiya deriyên sînor ên li ser aboriya herêmê û wiha pêde çû: "Bazara Îranê ya ku ji bo Wan û herêmê xwedîroleke pir girîng e niha ji destê me çûye."
Takva diyar kir ku di demên berê de ewqas şer û pevçûn hebûn dîsa jî deriyên sînor tu carê nehatin girtin lê ev yek niha ji ber ewlehiyê ye û hêviya wan ew e ku di demeke kurt de derî bên vekirin.
Serokê Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Hekariyê Servet Taş jî destnîşan kir ku li Enqereyê bi Alîkarê Serokwezîr Cevdet Yilmaz re hevdîtineke kirin û li ser bûyer û mirinên ku li herêmê qewimîn û zirara wan a gihîşt aboriya herêmê sekinîn.
Taş got ku di hevdîtinê de deriyê sînor ê Esendereyê ku jê bi 360 milyon dolarî îxracat bi Îranê re hat kirin jî sekinîn û wiha dewam kir: "Ji wan tiştên ku hatin îxrackirin piraniya wan maden û çînko ne, yên mayî jî amûrên înşeatê ne. Ji ber bûyeran hêviyên me neman. Hêviya me ew e ku di demeke kurt de herkes ya ku ji dest pê bike û dawiyê li vê meseleyê bîne. Ev yek ji bo Tirkiyeyê zirareke mezin e."
Serokê Şaxa Wanê ya MUSÎADê Kerem Baynal jî bal kişand ser dahata neteweyî ya ku li welêt ji bo kesekî nêzî 11 hezar dolar e û axaftina xwe wiha domand: "Ev yek li Wanê bi qasî 3 hezar û 500 dolar e. Ew aboriya ku piçekî be jî baş bû û ji ber girtina deriyên sînor niha qet ne baş e. Bi tenê ne deriyên sînor êdî di nav bajaran de çûn û hatin jî kêm bû. Wan di heman demê de ji Hekarî, Mûş û Bidlîsê re jî xizmetê dike lê êdî bazirganên me naçin van derna jî."