Haydar Şahin
01 Adar 2019•Rojanekirin: 06 Adar 2019
Ew ê tehmên Diyarbekirê yên li ber jibîrkirinê ne bi xebata enstîtuya pêşxistinê va hînî nifşên teze bikin.
Diyarbekira ku ji sûrên xwe yên di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da cî digre, Mizgefta mezin a wekî Herêma Şerîf a 5an ya alema Îslamê tê zanîn, Kompleksa Muzeya Îçqeleyê, meqamên pêxemberan, tirbe û dîroka dewlemend û potansiyela çandê ra malxwedîtiyê dike bi mitfaxa xwe va jî balê dikişîne.

Enstîtuya Pêşxistinê ya Diyarbekirê xêncî kibaba cîgerê, dolmeya parxanan nika ketiye pey tehmên hindik ma werin jibîrkirin û rêça xwarinan teqîb dike.
Şef û hîndekar bi gel ra diaxivin û terîfa xwarinan hîn dibin, xwarinê çê dikin û qeyda wan hildidin.
- "Armanc ew e ku bigihînin pêşerojê"
Gulden Bulut Duraka Mamosteya Xizmetên Xwarin û Vexwarinê ya ku projeyê didomîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di çarçoveya xebatê da pêşiyê diçin cem kal û pîran û navê xwarinên berê dihatin çêkirin hîn dibin.

Durakê got ku paşê jî ji wan kesan terîfa wan xwarinan hîn dibin, li gor wan terîfan jî li enstîtuyê xwarinê çêdikin û dîmenên wan dikişînin.
Durakê bal kişand ku berê li ser xwarinên Diyarbekirê lêkolîneke berfireh nehatiye kirin û wiha pê da çû: "Dema navê xwarinan hîn dibûn me dest bi lêkolîna li ser xwarinan da jî kir. Bi vê projeyê armanca me ew e ku xwarinên hatine jibîrkirin dîsa bînin rojevê, qeyda wan bigirin û pirtûkekê amade bikin."
Durakê diyar kir ku di projeyê da 6 hîndekarên hoste dixebitin û ji bo van xwarinan bigihînin pêşerojê hewleke mezin didin û wiha axivî: "Kifteya bikuncî, dolmeya dil, nanê akgirdakî, lolîk, şamborek, tarxaneya Diyarbekirê, zehter, dolmeya pelgan a bi hêk, piştgirêdayî, şorbeya qeregoz, şirînahiya gulciyeyê di nav xwarinên em li ser xebitîn da ne."
- "Zaroktiya min hat bîra min"
Meral Akkayaya mamosteya hoste got ji ber ku di mitfaxê da dixebite gelekî kêfxweş e û wiha pê da çû: "Bi vê projeyê va zaroktiya min hat bîra min. Em dixebitin ku xwarinên di zaroktiya me da dihatên çêkirin dîsa derxin holê."
Akkayayê got ji karê xwe kêfxweş dibe û xwarinên ji pîrikên xwe hîn hîn bûye çêdike.