Günay Nuh, Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci
06 Mijdar 2026•Rojanekirin: 06 Mijdar 2026
Li Qers û Erdexanê li deverên bilind berf barî û serê çiyayan ji berfê sipî bûn.
Li seranserê Erdexanê piştî barana ku duh êvarkî barî, serma çêbû û li deverên bilind berfê lê kir.
Ji ber berfê serê çiya û baniyên li herêma di navbera Erdexan û Artvînê da sipî bûn.
Li Qersê jî berf barî û deverên bilind ji berfê sipî bûn.
Li bajêr dîmenên hespên serberdayî yên li çolê diçêriyan hat kişandin.
Li navçeya Sariqamîşê jî piştî baranê serma çêbû û serê çiyayên li dora navçeyê bi berfê sipî bûn.