Li Rihayê di rojên dawîn de hewa bêtir germ dibe û li ser jiyana rojane ya welatiyan bandoreke neyînî dike.
Li Rihaya ku germtirîn yek ji bajarên Tirkiyeyê ye herçiqas demsal havîn be jî, lê dîsa jî hewa pir germ e. Germahiya zêde jî li bajêr jiyana rojane asteng dike. Di sihê de germahî gihaşt 41 pileyan û li bendê ne ku heya dawiya hefteyê jî germ bêtir be.
Di wextê nîvroyê yê ku germahî digehîje pileya xwe ya herî bilind welatî heke ku ne mecbûrî be ji malên xwe dernakevin. Ji ber germê jî piraniya welatiyan wextê xwe li parq baxçeyan di sihê de dibihurin. Hin zarok jî digel hişyarî û xeteriyê ji bo ku hênik bibin dikevin qanalên avdanê.
Hin zarok jî dikevin hewzên avê yên ku bi destê Şaredariya Mezin ve li hin taxan hatine çêkirin. Herwisa ji van zarokan ji bo hewz ucret nastînin. Welatiyên ku li taxima Gola Masiyan in jî lingê xwe dirêj dikin û dixin nava ava qanalê û hewl didin ku bi vî hawî hênik bibin. Gelek welatî jî piştî ku nimêjê dikin di hênikayiya mizgeftê de radizên û li benda saeta fitarê dimînin.
Mehmet Alî Tok di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku di firinekê de dişxule û ji ber germê jî ew rojê 2 an jî 3 saetan li ber sihê bêhna xwe vedide.
Halît Kara jî destnîşan kir ji ber ku hinekî ji deverên din hêniktir e ew heta wextê fitarê wextê xwe li hawirdora Gola Masiyan derbas dike.