Penaberê suriyeyî Ridvan Halîl Mûsayê ku ji ber şerapnelê lingekê wî hat jêkirin û niha li Adiyamanê dijî di heman demê de nexweşê şekirê ye û nikare bimeşe.
Mûsa li heviyê ye ku kesên xêrxwaz arikariya wî bikin û jî wî re erebeyeke biakû bikirin.
Ridvan Halil Musa (65) yê ku li Helebê jiyana xwe dewam dikir, di êrîşa hêzên rejîmê ya nêzîkê salek beriya niha de perçeyeke şarapnelê li lingê wî ket.
Mûsa di heman demê de nexweşê şekirê ye jî û ji ber ku ev demeke dirêj birîna wî neborî lingê wî hat jêkirin.
Mûsa daxuyaniyek da rojnamêvanan û got ji ber ku ew astengdar e, ew hetanî evarê di mal da mecbûr dirûne.
Mûsa got ku êdî nexweşiya wî ya şekirê her roj wî zêdetir aciz dike û wiha peyivî: "Niha di lingê min ê din da jî birîn derdikevin. Bijîşk dibêjin ku ji ber nexweşiyê başbûna van birînan zehmet e û di rojên pêşiyê de dê lingê te yê din jî dê were jêkirin. Ji ber ku ez astengdar im ez nikarim bixebitim jî. Dixwazim ku kesên xêrxwaz arikariyê bidin min û ji min ra erbeyeke biakû bikirin."