16 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li herêma rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya herî kêm bi 25 pileyî jêr sifirê va li Qers, Agirî û Erdexanê hat pîvan.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê pêşbînîkirin ku li tevahiya herêmê hewayê kêmewrayî derbas be.
Li herêmê bi şev pileya hewayê ya herî kêm ku di bin sifirê da ye, li Qers, Agirî û Erdexanê 25, li Erziromê 17, li Îdirê 12, li Erzinganê 11 û li Tunceliyê jî 4 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nav rojê germa hewayê jî wê li Ezirgan û Tunceliyê 5 pile, di bin sifrê da li Erzirom û Îdirê 5, li Qersê 6, li Agirî û Erdexanê 7 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 47, li Erziromê 28, li Qersê 17, li Erdexanê 15 û li Îdirê 8 santêmêtro ye.
Rayedaran ji bo qerm, cemed, mij û dûmanê hişyarî da ku tevdîr werin hildan.