Türkan Tosun,Önder Beyter
16 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
MEZARÊ ŞERÎF
Li Efxanistanê jinên ku bi salan e ji ber şerê navxweyî di malên xwe de rûdiniştin hêdî hêdî di kargehan de dixebitin. Ji bilî destpêkirina kar û xebatê jin bi hêzên ewlehiyê ve li hember rêxistinên terorê têkoşînê didin.
Li Darzaba navçeya Cuzcanê ji ber ku rêxistina terorê DEAŞ zêde êrîşê sivîlan dike, jinên li herêmê cara ewil çek hildan destê xwe.
Jinên ku li gundê Gerîmcerê dijîn û xwendin û nivîsandinê nizanin ji nûçegihanê AAyê re daxuyandin ku DEAŞê zarok û mêrên wan kuştine û malên wan jî şewitandiye. Jinan got ku ji ber vê wan xwe spartiye gundê Nav Abadê û li wir jî çek û tiving hildane derketine çiyê ku li dijî DEAŞê şer bikin.
- ''DEAŞê zarokên min kuşt"
Jina bi navê Ay Cemal got ku DEAŞê êrîşê gundê wan kiriye, zarok û mêrên wê kuştine.
Cemal destnîşan kir ku ew ê heta nefesa xwe ya dawîn li hember DEAŞê şer bikin û ewê wêrekiya jinên efxan nîşanî hemû dinyayê bidin.
- Ji dewletê piştgiriyê dixwazin
Cemal got ku DEAŞ ciwanên gund dikuje, hejmara hêzên ewlehiyê têrê nake ku wan biparêze û ji ber wê ew ji dewletê çek û muhiîmatan dixwazin.
Cemal got ku ew 20 kes in, lê heke dewlet çekan bide, hejmara wanê ji sedî derbastir bibe.
- "Me çek kirîn"
Badam Gul jî diyar kir ku kurê wê yê ku bi terorîstan ra şer dikir, 3 meh berê birîndar bû û niha bona dermankirinê li nexweşxaneyê ye.
Gulê destnîşan kir ku wan çekên xwe kirîn û wiha xeberda, "Siberoja me ne diyar e, dibe ku DEAŞ were me jî bikuje. Ji ber hindê em alîkariya çekan dixwazin."
DEAŞê qedera 3 meh berê êrîşî gundê Gerîmcerê yê bi ser Darzaba navçeya Cuzcanê kiribû û 3 sivîl kuştibûn.
- Ji ewlekariyê soza alîkariyê
Amîrê Ewlekariya Cuzcanê Ebdul Hafiz Haşî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ewê alîkariya çek û muhimatê bidin jinên ku li hemberî rêxistina terorê DEAŞê rahêştine çekan.
Haşî got ku hêzên ewlekariyê jî digel jinan li dijî terorîstan şer dikin û wiha xeberda, "Emê digel çek û cebilxane, wekî alîkarî xwarin û pêxwarina rojane jî bidin jinan. Bi vî awayî emê terorîstên deverê biqelînin."
Haşî bal kişand ku 10 navçeyên Cuzcanê hene, ji van terorîst li navçeyan fealiyetan dimeşînin.
Li gorî çavkaniyên nefermî, li Efxanistanê di navbera 2 hezar û 600 an jî 3 hezarî da endamên DEAŞê hene.