Li herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de 23 pile li Qersê hat pîvandin.
Li gor agahiyên Navenda Hişyarî û Texmînan a Meteorolojiyê herêma ku di bin tesîra hilmegura bilind a Sibîryayê de ye, dê hewa ewrawî be û danê êvarê jî dê bişilî be. Tê texmînkirin ku li Erzîncan û Îdirê şilope, li dewerên dinê jî berf bibare.
Bi şev hewaya herî sar li Qersê di bin sifirê de 23, Erdexan di bin sifirê de 21, li Erzirom û Agiriyê di bin sifirê de 19, li Bidlîsê di bin sifirê de 13, li Erzîncan û Mûşê di bin sifirê de 6, li İdîr û Wanê di bin sifirê de 4, li Hekkariyê di bin sifirê de 2 pile hat pîvandin.
Bi roj hewaya herî germ li Îdirê 8, li Erzîncanê 5, li Wanê 3, li Hekkariyê 2, li Mûşê 1, li Bidlîsê di bin sifirê de 1, li Erzirom û Qersê di bin sifirê de 4, li Agiriyê di bin sifirê de 6, li Erdexanê di bin sifirê de 9 pile hat pîvandin.
- Li Bidlîsê qalindahiya berfê 130 santêm hat pîvandin
Qalindahiya berfê li Bidlîsê 130, li Agiriyê 48, li Mûşê 27, li Erzirom 20, li Hekkarî û Qersê 16, li Erdexanê 15, li Çiyayê Qopê 51, li Konakliya navenda xweşiqitandinê 112, li Palandoken û Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 105, li Ergana navenda xweşiqitandinê jî 75 santêm hat pîvandin.