Türkan Tosun
2018 ж. 18 желтоқсан•Rojanekirin: 2018 ж. 19 желтоқсан
KARS
Werzişa cirîdê ya li Asyaya Navîn û Anadoluyê bi sed salane tê lîstin û tekane werziş e ku reqîb tê efûkirin, li Qersê ji hêla gundiyan va tê lîstin.
Cirîd lîstikeke şer e, lê dîsa jî dema tê lîstin gundî bicamêrî tevdigerin û hevdu naêşînin.
Gundî serê sibê hespên xwe ji tewlê derdixin, amadehiyên xwe dikin û li gundekî li hev dicivin ku cirîdê biavêjin.
Bi vê werzişê gundî him kêfxweş dibin û him jî vê werzişa kal û bavan digîhinin nifşên nû.
Cirîd bi du beşan tê avêtin, di beşa ewil da gundî cirîdê diavêjin, di beşa duyem da jî ew hespên xwe li ser berfê hinekî digerînin. Tîma bi ser dikeve tîma têk çûye pîroz dike.
Li gundê Kekeça navçeya Selimê hewa di bin sifirê da 10 pile ye, lê dîsa jî kesên ji gundên Kekeç, Akçakale, Laloglu, Başkoy û Hasbeyê guh nedan sermayê û qasî 2 saetan cirîd avêtin.
- "Yên ji Rojavayê tên pir metel dimînin"
Serokê Kluba Werzişa Bihesp a Akçakaleyê Şîmşek Yildirim ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand dema berf dibare avêtina cirîdê xweştir dibe û wiha axivî: "Ji bo ku xamiya xwe bişkênin em ji meha mijdarê pê va hespan digerînin, li wan dinêrin, wan tîmar dikin, taxim û tengên wan amade dikin. Piştî xamiya hespan dişkê em li hin gundan cirîdê dilîzin. Di tu werzişê da efûkirin tune, bi di tenê cirîdê da heye. Girtin û efûkirina reqîb cameriyeke mezin e."
Yildirim got gelek kes bi Trêna Expresê ya Rojhilatê tên cirîdê temaşe dikin û wiha dewam kir: "Yên ji Rojavayê tên dema cirîda li ser berfê tê lîstin dibînin, pir metel dimînin. Ji wan hinekan qet berf nedîtine. Em benda her kesî ne ku bila bên cirîdê temaşe bikin."
Serokê Kluba Werzişa Bihesp a Qers Kafkasê Selçuk Başkaya jî got di nav van 2 salên dawîn da gelek turîstên herêmî û biyanî tên temaşaya cirîdê û wiha axivî: "Em ji bo turîstên herêmî û biyanî yên bi Trêna Expres a Rojhilatê tên turan amade dikin. Ji bo vê jî em dixwazin cirîdê pêşva bibin. Em hespan di saet 5an da tîmar dikin, av û alifê wan didin. Di saet 9 û 10an da jî tên qadê û cirîdê dilîzin. Cirîda li ser berfê hinekî zehmet e, lê xweş e."
Îzzet Gedîkê cirîdê dilîze jî got ew dixwaze ev werziş tim bijî û pêşva here, hewl dide hînî ciwanan bike.