Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de bi 20 pileyî ve li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin sitendin, herêm di bin tesîra hulmegura bilind a Sîbîryayê de ye û li bendê ne ku li herêmê hewa hin caran ewrawî be. Li gor vê dibe ku li Erzirom, Ezircan, Îdir, Erdexan û Agiriyê hewa bi pûk û mij be.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Agiriyê di bin sifirê da 20, li Erdexanê di bin sifirê da 19, li Qersê di bin sifirê da 15, li Mûşê di bin sifirê da 10, li Ezircanê di bin sifirê da 13, li Bidlîsê, Hekarî û Îdirê jî di bin sifirê da 5 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku li herêmê bi roj germahiya hewayê li Îdirê 8, li Hekarî û Wanê 4, li Bidlîsê 2, li Qersê pileyek, li Agiriyê di bin sifirê da 10, li Erdexanê di bin sifirê da 6, li Erziromê di bin sifirê de 3, li Ezircanê di bin sifirê de 2 û Mûşê jî sifir pile be.
Qalindahiya berfê li Bidlîsê 68, li Mûşê 25, li Hekariyê 23, li Wanê 20, li Erdexanê 15, li Agiriyê12, li Erziromê 9, li Ezircanê 5, li Qersê 4, li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê 80, li Navenda Xweşiqitandinê ya Konakliyê 75, li Navenda Xweşiqitandinê ya Sarikamişê 45, li Navenda Xweşiqitandinê ya Erganê14 santîmêtro hat pîvandin.