Li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê re, karsaz rihet bûn û herêm jî di qada bazirganî, pîşesazî û turîzmê de bi pêş ket. Lê belê karsazên ku li herêmê sermaye danîn, ji ber bûyerê terorî yên ku di demên dawî de, li herêmê diqewimin aciz in.
Serokê Odeya Bazirganiyê yê Gazîentabê Eyup Bartik daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Bartik di destpêka axaftina xwe de got ku Xwedê rehma xwe li wan polês û leşkerên me yên ku di bûyerên terorî de şehîd bûn û Xwedê şîfa xêrê ji birîndaran re bişîne.
Bartik got ku bi şidet û çekê tu mesele nayên çareserkirin û wiha dewam kir: "Bûyerên terorî yên ku di rojên dawî de qewimîn, zirar dan pêvajoya çareseriyê ya ku ev du sal û nîvek bû berdewam dikir. Hêviya me ew e ku ev bûyer bên rawestandin û hemû alî bi aqlê selîm tevbigerin. Ev bûyerên ku qewimîn zirar dan pêvajoya çareseriyê. Ji bilî vê karsazên li herêmê sermaye danîn jî dixwazin pêvajo dewam bike û aramî çêbe."
Serokê Odeya Sinayî û Bazirganiyê yê Şanliûrfayê (ŞÛTSO) Eyyup Sabrî Ertekîn jî got çi dibe bila bibe em dixwazin pêvajoya aştiyê berdewam bike û wiha xeberda:
"Ya rast bi pêvajoya çareseriyê re, herêma me bi pêş ket, li herêmê aramî çêbû. Ji bo vê yekê em dixwazin pêvajo dewam bike. Me him bi Birêz Serokwezîr Ahmet Davutoglu him jî bi heyeta CHP û HDPyê re hevdîtin kirin. Me got ji bo berdewamiya pêvajoyê çi hewce dike bila bikin. Niha li herêmê kaosek heye. Ev jî zirarê dide hemû aliyan."
Serokê Odeya Sineyî û Bazirganiyê ya Adiyamanê (ATSO) Mûstafa Ûslû jî got ku bûyerên di demên dawî de qewimîn zirar dan hemû aliyan û wiha dewam kir:
"Ev bûyerên ku diqewimin ne ji ber meseleya tirk an meseleya kurd diqewimin. Sedema vê kaos û aloziyan hêzên derveyî me ne. Kes naxwaze li ser axa me xwîn bê rêtin. Gotinên partiyên siyasî û tevgerên wan hev du nagrin. Tenê daxwazeka me heye ew jî ev e bila êdî çekan daynin."