Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Hüseyin Yıldız,İsmail Hakkı Demir,Abdullah Söylemez
22 Adar 2022•Rojanekirin: 24 Adar 2022
Li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê piştî ku berf barî, sir û serma çêbû.
Li Erziromê bişev germa hewayê 12 pile di binê sifirê da hat pîvan û şadirwanên mizgeftê û kanî qerimîn, bi baniyên avahî û kargehan va şembelîlk çêbûn.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin û rêbejan, li herêmên ku lê berpirsiyar in xebatên verotina cemedê dikin û xoyê direşînin.
- Li Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê cemed çêbû
Dawiya hefteyê li Agirî, Îdir, Erdexan û Qersê berf barî û paşê serma çêbû. Rê û peyarêyan di sermayê da cemed girt.
Bi baniyên avahiyan va şembelîlkên dirêj daliqiyan, li deverên bilind bager e.
Bi barîna berfê ra li Îdirê Baxên Îrem di binê berfê da man û dîmeneke xweş derxist holê.