Türkan Tosun
23 Nîsan 2018•Rojanekirin: 24 Nîsan 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev di bin sifirê de 4 pileyan va li Qersê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li giştiyê herêmê hewa wê kêm ewrabî û sayî be.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, hin caran ji hêla bakur va wê ba bê.
Germahiya herî kêm a bi şev li i Erzingan û Îdirê 6 pile, li Tunceliyê 4 pile, li Qersê di bin sifirê de 4 pile, li Agirî û Erdêxanê di bin sifirê de 2 pile, li Erziromê jî di bin sifirê de pileyek hat pîvan.
Germahiya herî zêde a bi roj jî li Tunceliyê 23 pile, li Erzingan û Îdirê 21 pile, li Agiriyê 14 pile û li Erzirom û Qersê 13 pile, li Erdêxanê jî wê 11 pile be.