Önder Beyter
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
VAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li parêzgehên Wan, Hekarî, Mûş û Bitlîsê germahî wê di asta demsalê da be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku herêmê hewa wê nîvsayî be û herwiha bişev û ber destê sibê jî ligel cemed û qeşayê cih cihan jî mij û xumam wê çêbe.
Li herêma ku germahî wê di asta demsalê da be ba jî wê ji aliyê bakur va nerm û car caran jî nîvqewî rabe.
Li herêmê germahiya hewayê ya herî nizim di bin sifirê da li Bitlîsê 5, li Wan û Mûşê 4 û li Hekariyê jî 3 pile hat pîvan.
Dîsa tê pêşbînîkirin ku li herêmê germahiya nava rojê jî wê li Wan, Hekarî û Mûşê 7 pile û li Bitlîsê jî 5 pile be.
Di daxuyaniyê da herwisa hat diyarkirin ku li gorî texmînan wê îro serê sibehê û bişev qeşa û cemed çêbe ku divê welatî û ajovan jî bibaldar bin û tevdîrên xwe yên pêwîst werbigirin.