Sevim Hatun
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
VAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarê Wan, Hekarî, Mûş û Bitlîsê hewa li gor demsalê germ e.
Li gor agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn hat sitandin, li herêma ku hewa li gor demsalê germ e bi şev germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê de li Bitlîsê 8, li Mûşê 5, li Wanê 4, li Hekariyê 2 pile hat pîvan.
Li herêmê di nav rojê de pileya hewayê herî zêde li Wanê û Hekariyê 5, li Mûş û Bitlîsê 2 pile tê payîn.
Rayedaran hişyarî da welatî û ajokaran da ku ji ber qeşa û mijê baldar bin û tevdîran bistînin.