10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2015
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar bi şev di bin sifirê da 19 pileyî vê li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, herêm di bin tesîra hulmegura bilind a Sibîryayê da ye. Tê texmînkirin ku hewayê ewrawî û sayî be. Sibê û şev wê qeşa, mij û dûman çêbibe.
Li herêmê hewaya herî sar bi şev di bin sifirê da 19 pileyî vê li Agiriyê hat pîvandin. Duh bi şev germahiya hewayê li Qersê di bin sifirê da 16 pile, li Erdexanê di bin sifirê da 14, li Erzirom û Erzincanê di bin sifirê da 10, li Îdirê di bin sifirê da 5 û li Tunceliyê jî di bin sifirê da 4 pile hat pîvandin.
Li herêmê hewaya herî germ a bi roj wê li Îdirê 8 pile, li Erzincanê 7 pile, li Tunceliyê 4 pile, li Erdexanê 3 pile, li Qersê 2 pile, li Erziromê pileyek, li Agiriyê jî di bin sifirê de pileyek be.
Qalindahiya berfê ya li Agiriyê 8 santîm, li Erziromê 4 santêm, li Erdexanê 3 santêm, li Navenda Xweşiqitandinê ya Konakliyê ya Erziromê 35 santêm, li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê 32 santêm, li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê ya li Sariqamişa navçeya Qersê 9 santêm, li Navenda Xweşiqitandinê ya Erganê ya li Erziromê 15 santêm hat pîvandin.