Li Herêma Rojhilata Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de 21 pile li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmînên Meteorolojiyê hat hildan, li herêma ku di bin bandora hilmegura bilind a Sibîryayê de ye, tê texmînkirin ku dê hewa bi ewr be û bi şev jî car caran dê berf û baran bibare. Li gorî texmînan li Ezîrcan, Erzirom, Qers, Agirî û derdorê dê berf bibare. Li Îdîr û derdorê jî dê şilope bibare.
Bi şev hewaya herî sar li Erdexanê di bin sifirê de 21, li Ezîrcanê di bin sifirê de 17, li Qersê di bin sifirê de 12, li Mûşê di bin sifirê de 11, li Agirî û Erziromê di bin sifirê de 10, Li Wan û Bidlîsê di bin sifirê de 8, li Hekkarî di bin sifirê de 6, li Îdîrê di bin sifirê de 5 pile hat pîvandin.
Her wiha navêrojê hewaya herî germ li Îdîrê 7, li Wanê 5, li Hekkarî û Ezircan 3, li Bidlîsê 2, li Erziromê di bin sifirê de 1, li Qersê di bin sifirê de 3, li Mûşê di bin sifirê de 5, li Agirî di bin sifirê de 7, li Erdexan di bin sifirê de 8 pile hat pîvandin.
Qalindahiya berfê li Bidlîsê 60, li Mûşê 24, li Hekkariyê 13, li Wanê 10, li Erdexanê 15, li Agirî 11, li Erziromê 8, li Ezîrcanê 3, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 80, Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 75, li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê ya li navçeya Sarîqamîşê 44, li Ergana Navenda Xweşiqitandinê 11, li Çiyayê Kopê 51 santêm hat pîvandin.