Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, herêm ketiye bin tesîra hulmegura bilind a Sibîryayê û ji ber vê yekê jî hewa sar e û car caran jî berf dibare.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de li Agiriyê 14, li Erdehan û Qersê 13, li Erziromê 8, Îdirê 2, li Erzîncanê û Hekariyê jî 1 pîle hat pîvandin.
Li Herêma Rojhilata Başûrê Anadoluyê jî bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de li Şirnexe 2, li Mêrdîn û Diyarbekirê 4 pîle hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj hewaya herî germ li Îdirê 6, li Erzincanê 3, li Agiriyê di bin sifirê de 8, li Erdehanê û Qersê di bin sifirê de 6 û li Erziromê jî di bin sifirê de 4 pîle be.