Li Wan, Bedlîs û Hekariyê berf bariya.
Li Başkaleya navçeya Wanê barîna berfê bi şev dest pê kir û li hin herêman qalindiya berfê gihêşt 5 santîmêtroyî.
Welatiyên li navçeyê berfa li ber avahî û dikanên xwe paqij kirin û hin şofêr jî ji ber berfê zehmetiyê kişandin.
Zarok jî ji ber berfê kêf kirin.
- Hekarî
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê jî berf bariya.
Rayedaran hişyarî dan şofêran ku baldar bin.
- Bedlîs
Li Adilcewaza navçeya Bedlîsê jî berfa ewil ket.
Welatiyên li navçeyê berfa li ber avahî û dikanên xwe paqij kirin.