10 Mijdar 2015•Rojanekirin: 11 Mijdar 2015
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berfê di hatin û çûyînê de zehmetî çêdide.
Li navenda Erziromê berf barî û ji ber vê gelek wesayîtan di hatin û çûyînê de zehmetî kişandin.
Welatiyan li ber derê malên xwe û kargehên xwe paqij kirin, hinek jî bi berfê şa bûn.
Ji bo ku lastîkên zivistanê bikirin welatî çûn li ber kargehên ku lastîkan difroşin û rêzeke dirêj çêbû.
Xebatkarên şaredariyê ji bo ku berfê paqij bikin xebitîn.
Li hin cihan jî ji ber berfê dîmenên xweş derketin holê.