Türkan Tosun
02 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2019
Hat ragihandin li 6 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê germahî wê li gor demsalê zêde be.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê kêmewrayî û sayî be.
Li Erzirom, Erzingan, Qers, Erdexan, Agirî û Erdexanê germahiya hewayê wê li gor demsalê zêde be, ji hêla bakur va ba wê dem demî kêm û hin caran jî nîvqewî rabe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê pileyek, li Qersê 2, li Agiriyê 4, li Erziromê 5, li Erzincanê 9 pile û li Îdirê jî 11 pile hat pîvan.
Li herêmê germahiya hewayê ya herî zêde li Erzincanê 29, li Îdirê 28, li Agiriyê 25, li Erzirom û Qersê 24, li Erdexanê jî 22 pile tê texmînkirin.