Türkan Tosun
02 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2019
EDIRNE
Li Edirneyê ji ber mij û dûmanê Mizgefta Selimiyeyê di serî da li gelek mekanên dîrokî dîmenên xweş derketin holê.
Serê sibê bajêr li cihên bilind mij û dûman çêbû.
Selîmiyeya di nav mij û dûmanê da
Mij û dûmanê wek lihêfekê esman pêça, berhemên dîrokî, minare û qubeyên mizgeftan di nav mijê da winda bûn.
Mizgefta Selîmiyeyê ya ku Mîmar Sînan hostetiya xwe pê nîşan da ye jî di nav mijê da winda bû. Bi tenê ji hin herêman qismekî minareya 85 mêtroyî hat dîtin.
Mij û dûmanê tesîr li ser trafîkê nekir û piştî tavê belav bû.