Sevim Hatun
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
BATMAN
Li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê qedexeya derketina zozana wê rabe, gelê herêmê yê ku heywandariyê dike bi vê xeberê kêfxweş bû.
Piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand qedexeya derketina zozanan ji biharê wir ve wê were rakirin, koçer kêfxweş bûn.
Serokê Komeleya Koçeran Emîn Çelîk got ku di encama operasyonên serkeftî de herêm ji PKKa rêxistina terorî hat paqijkirin, gelê herêmê wê biharê bi rihetî derkeve zozanan.
Çelîk got ku bi hezaran malbatên herêmê bi heywandariyê debara xwe dikin û wiha dewam kir: "Ji ber ku ev 15-20 sal in derketina zozanan qedexe ye xelkê herêmê li derdora bajar û navçeyan heywandariyê dike. Rabûna qedexeyê mizgîneke xweş e. Lewra ji bo pêşvebirina heywandariyê ji bo zêdebûna heywanan lazim e heywanên xwe bibin zozanan."