Şanliûrfaya ku ji hêla xwedîkirina pez ve gelekî pêş ketiye, bi saya piştgirî û projeyan her sal zêdetir dibe û pêş ve dikeve.
Midûrê Bajêr ê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Necîp Ozgokçe ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku Riha li Tirkiyeyê ji hêla xwedîkirina pez ve herêmeke girîng e û wiha axivî: "Wezareta me di salên dawîn de alîkariya pereyan dide welatiyan û projeyan çêdike. Ji ber vê jî, welatiyên ku berê bi tenê ji bo debara xwe pez xwedî dikirin niha çêwlikan ava dikin. Di sala 2010an de hejmara pez qasî milyonekî bû, lê ji ber piştgirî û xebatan niha ev hejmar gihîşte milyonek û 750 hezarî. Hejmara dêwêr jî 100 hezar bû, lê niha gihîşte 180 hezar û 577an."
Ozgokçe got ku ji bilî hejmara pez û dewaran şîr û goşt jî zêde bûye, lê hejmara şivanan kêm e û wiha dewam kir: "Welatiyên me ji hêla şivan dîtînê ve zehmetiyan dikşinîn. Wezareta me ji bo ku ev pirsgirek bê çareserkirin xebatên girîng dike. Wezaret alîkariya pereyan dide kesên ku şivanên bisîgorte didin xebatê. Ji bilî vê perwerdeya şivantiyê tê dayîn û em difikirin ku piştî van xebatan gelê bixwaze şivantiyê bike."
Welatiyên bi navê Abdulkerîm Sel û Menduh Demîrdag jî gotin ku berê ji bo ku debara xwe bikin karên din dikirin, lê ji ber ku niha dewlet piştgiriyê dide ew vî karî dikin û ji ber vê kêfxweş in.