Türkan Tosun
12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 12 Mijdar 2017
MALATYA
Ji bo Meletî, Elezîz, Bîngol, Tuncelî û Adiyamanê hişyariya mij û moranê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 13emîn a Meteorolojiyê li Meletî, Elezîz, Bîngol, Tuncelî û Adiyamanê heta sibê hewa wê kêm ewrawî û sayî be.
Li van 5 bajaran germahiya hewayê wê zêde neguhere, car caran ji aliyên cuda bayê bê.
Li giştiyê herêmê şev û serê sibê mij û moranê çêbibe û ji ber vê meteorolojiyê hişyarî da welatiyan ku baldar bin.