Türkan Tosun
12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
MÛŞ
Li Mûşê Arîfe Duzena dayika du zarokan ewil ji bo kêfê bi keda destê xwe alavê hunerên destan çêkirin û paşê bi piştgiriya malbatê ji xwe re kargehek vekir, alavên ku li vir çêdike li difroşe çar aliyên Tirkiyeyê.
Duzenê du sal berê li malê ji xwe re bi destan hin tişt çêkirin, dema kesên li der û dora wê eleqe nîşanî tiştên ku çêdike dan wê jî biryar da ku ji xwe ra kargehekê veke.
Bi piştgiriya malbata xwe Duzenê 8 meh berê ji xwe re atolyeyek vekir û 260 cure alavên malê li vir çêdike û paşê li ser înternetê û medyaya civakî difroşe.
Duzenê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand wê ewil bi neqşandina dora neynikekê dest bi vî karî kiriye û wiha axivî: "Ez niha tiştên ku çêdikim difroşim gelek bajarên Tirkiyeyê. Mişteriyên min jê gelek li ser medyaya civakî xwe digîhînin min. Em tiştên ku ew dixwazin didin kargoyê û ji wan re dişînin."
- "Karên ji destê jinan derdikevin xweştir in"
Arîfe Duzenê got li herêma Rojhilatê Anadoluyê jinên miteşebis êdî bi piştgiriya dewletê û hibeya ku tê dayîn, kargehan vedikin û wiha dewam kir: "Ez ji jinên li der û dora xwe re dibêjim bila ew jî wiha bikin. Karên ji destê jinan derdikevin bêtir xweş in. Ez jî dixwazim ji dewletê piştgiriyê hildim û karê xwe mezin bikim. Mêrê min û malbata min piştgiriyeke mezin dan min û min wisa dest bi vî karî kir. Lewra ez nediwêribûn bi tena serê xwe dest pê bikim."