Haydar Şahin
05 Tebax 2020•Rojanekirin: 06 Tebax 2020
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê ya bi daristana xwe ya çamê ji gelek cisnên heywanan ra malxweyîtiyê dike 106 cisnên çivîkan hatin tesbîtkirin.
Daristana li navçeyê xêncî hirç, gur, werşeq, rovî, berazên heywanên kovî ji gelke cisnên çivîkan ra malxweyîtiyê dike û îmkana hêkkirin û çêkirina hêlînan dide.
Endamên Komeleya Tebîeta Bakur ên li herêmê lêkolînê dikin 106 cisnên çivîkan tesbît kirin û di nav wan çivîkan da kutkutoka reş a kêm caran tê dîtin jî cî digre.
Prof. Dr. Çagan Şekercîogluyê Hîndekarê Zanîngeha Koç û UTAHê û Serokê Komeleya Tebîeta Bakur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di lêkolînan da derket holê ku Sarîqamîş bi tenê ji heywanên kovî yên bi bistan ra malxweyîtiyê nake di heman demê da ji çivîkan ra jî dibe hêlîn û sitargeh.
Şekercîoglu destnîşan kir ku Komeleya Tebîeta Bakur li Sarîqamîşê 106 cisnên çivîkan tesbît kirin û wiha pê da çû: "Em li Sarîqamîşê li ser gur, hirç, werşeq, roviyan dixebitîn û me bi tesadufî 106 cureyên çivîkan jî tesbît kirin. Me herî dawîn kutkutoka reş a me dizanibû li vê derê heye jî dît. Zehf tirsok e kutkutaka herî mezin a Tirkiyeyê ye. Em nika hewl didin ku dîmenên wê bikişînin."
- Li herêmê îmkana lêkolîna li ser jiyana beyanî û çivîkan
Şerkercîoglu destnîşan kir ku kutkutoka reş a li Tirkiyeyê zêde nayê dîtin, li benda çavdêrên çivîkan in û werin navçeyê.
Şerkercîoglu got lêkolîner dema werin vê derê dikarin hirça boz, gur û werşeqê jî bibînin û wiha pê da çû:
"Hin cûcik tovê çamê li der û dorê belav dikin. Çivîkên kurm û qalan dixwin jî kurmên zirarê didin çamê dixwin. Teyrê baz, teyrê sor, qûnteşî jî cureyên zirarê didin zeviyan û mişk û maran dixwin. Kutkutokên reş jî di daran da qulan vedikin û çivîk û heywanên din wan qulan ji xwe ra dixin hêlîn. Ji ber vê em ji kutkutokan ra dibêjin endezyarên ekosîstemê."
Şekercîoglu diyar kir ku kutkutok qulên vedikin bi kar naynin, heywanên din wan qulan ji xwe ra dixin hêlîn bi vî awayî ji endezyariya tebîetê îstifade dikin.
Çagan Şekercîoglu diyar kir ku xebatên xwe yên şopandina tebîetê bênavber didomînin.