09 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
IGDIR
Tirkiyeya ku di nav Ewropa û Asyayê da ye digel gelek taybetiyên xwe di warê cureyên çivîkan da jî dewlemend e.
Li gundê Aşagi Ciyrikliya Tuzlucaya navçeya Îdirê li derdora çemê Arasê xebatên tesbitkirina çivîkan tê kirin.
Hîndekarê Beşa Biyolojiyê ya Zanîngeha Utaha li DYAyê Doç. Dr. Çagan Şekercîogluyê ku tevlî xebatên tesbitkirina çivîkan bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Şekercîoglu diyar kir ku Tirkiye ji ber erdnîgariya xwe li dereke girîng e û gelek çivîk lê hene û wiha got: "Ji ber ku Tirkiye di navbera Asya û Ewropayê da pireyek e, gelek çivîk ji ser Tirkiyeyê da koç dikin. Di dema koça çivîkan da bi milyonan çivîkên ku ji Ewropa, Asya, Sibirya, Rojhilata Navîn û Qefqasan tên, ji ser Tirkiyeyê da derbasî ciyên germ dibin. Ji hêla cureyan va Tirkiye li Ewropayê dewleta herî dewlemend e. Heta niha 478 cureyên çivîkan hatin tesbitkirin."
Şekercîoglu diyar kir ku ev dewlemendî di serî da li Îdirê li gelek ciyan ji bo tûrîzmê potansiyeleke mezin e.