Şener Toktaş
21 Sibat 2024•Rojanekirin: 22 Sibat 2024
Kesên ku li gundên ser Hîzana navçeya Bidlîsê dijîn, paqijkirina berfa ser baniyan bi usûla zibareyê dikin.
Li deverên gundewar ên parêzgeha Bidlîsê zivistan zêdetir dijwar derbas dibe. Li gundan qalindahiya berfê ji mêtreyekê zêdetir dibe. Şêniyên van gundan zivistanê alîkariya hev dikin û wisa ji binê barê kar û barên zehmet dertên.
Şêniyên gundê Yukariayvacikê ku 54 kîlomêtre dûrî navçeya Hîzanê ye û raqima wê 2109 e jî berfa ser baniyên xaniyên xwe yên ji kevir bi hev ra paqij dikin.
Berfa ser baniyan heta 80 santêmî dertê û gundî bi bêran berfê dibirin û wisa davêjin. Heke berfa ser baniyan neyê avêtin, an wê xaniyan tep bike yan jî xanî wê dilop bikin.
Mixtarê Gundê Yukariayvacikê Orhan Gogercîn ji nûçegihanê AAyê ra got ku berf li gund zêde ket û ji ber vê ew demeke dirêj bi berfê ra mijûl bûn.
Gogercîn daxuyand ku gundiyan alîkariya hev kir û baniyên xwe paqij kirin, xortan baniyê Mehmet Gogercînê 71 salî paqij kir.
Gogercîn got, "Vê gavê 70-80 santêm berf heye. Me bi hevalan ra berfa ser banî avêt. Ji ber ku ev bilind e, li gundê me gelekî berf dikeve. 4-5 mehan berf li erdê dimîne. Em di vê pêvajoyê da tengasiyê dikişînin."