VAN
Li Başkaleya navçeya Wanê ji bo pêşbirkên ku li çar aliyê Tirkiyeyê tên kirin, li ser berfê perwerdeyî didin hêştiran.
Hêştir dema ku 7 mehî an jî yek salî ne tên sitandin û xwediyê hêştiran wan ji Aydinê tînin li çewligekî li Başkaleyê pişt re ji bo perwerdekirinê teslîmî perwerdekaran dikin.
Hêştir heta bibin 7 salî ji bo ku hînê hawaya 4 demsalan jî bibin, li zozan û merayên herêmê tên perwerdekirin.
Dema biryar dan ku hêştir têra xwe bi quwet bûne, hêştiran dişînin pêşbirkên ku li bajarên curbicur yên Tirkiyeyê tên lidarxistin.
Ji bo ku hêştirên ku wekî ajalê çolê tên zanîn saxlem û bi quwet bin, gulaşê bi hêştiran didin kirin, kesên gulaşa hêştiran dibînin mat dimînin.