RÎZE
Mûstafa Bostanê ku li bajaroka Buyukkoyê ya Rîzeyê dijî, li ser çiqlên darê holikek çêkir. Ji bo ku mirov derkeve holikê jî nêrdewanek darîn a sed pêpelokî çêkir û ji bo kes nekeve holikê jî deriyek çêkir.
Bostan da zanîn ku dema bavê wî mêşvaniyê dikir gelek zehmetî dikişandin ku derkevin ser kovanê û wiha got: "Ji bo ku bavê min bi hêsanî derkeve serê darê me pêpelokek çêkir. Kewara mêşan di holikê de ye û ji bo ku bi hêsanî mirov derkeve serê darê jî me nêrdewanek darîn a sed pêpelokî çêkir."
Bostan got ku holik li cihekî pir bilind e, derketina holikê zehmet e û wiha axivî: "Mirovên ku bi derd û xem derdikevin holikê bi kêf û eşk tên xwarê. Ji herêmê û derdorên herêmê hin kesên ku dibihîzin cihekî wiha heye, ji bo ku bibînin tên vir. Ji ber ku serlêdan pir zêde bûn me deriyekî ji holikê re çêkir. Dema ku mêvanên me tên em derî vedikin. Carinan jî em bi malbatî li vir taştê dikin. Em demên xweş di holikê de derbas dikin. Di holikê de maseyek û hin tiştên me yên din jî hene."