MÛŞ
Zaza piştî nimêja cejnê li mala şînê kom dibin, "xewreyên" ku wek kevneşopiyekê her tim di cejnan de tê çêkirin, dibin mala şînê û li vir bi hevdu re taştê dixwen. Zazayan da zanîn ku ev edetên bav û kalan e û bi salan e di civaka wan de dewam dike. Daxwaza wan ew e ku zarokên wan jî van edetan fêr bibin û bi vî awayî bidomînin.
Mûhîttîn Aytûnçê ku li mala şînê taştê kir, wiha axivî: "Xewre xwarineke me ya herêmî ye. Hevîrê xewreyê bi darê tîrê tê vekirin. Penêr, qelî û pîvazên hişk dikin navê. Xewre ji aliyê zazayan ve ji mêj ve tê çêkirin. Bi vê kevneşopiyê zaza her tim tên gel hev û yekîtiya xwe diparêzin."
Ferzende Aras jî wiha got: "Xewre tenê ji aliyê zazayên Bîngolê ve zêde tê çêkirin. Bi salan e di cejnan de tê çêkirin. Ev wek nîşaneya yekîtiya zazayan e. Gel tîne gel hev û dike yek. Daxwaza me ew e ku zarokên me jî li ser rêça me bimeşin û vê kevneşopiya me bidomînin."