Nusret Gurz, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rojeke havînê dema ku li baxçe bêhna xwe dida mezinahiya dara tûtê bala wî kişand. Gurz, diyar kir ji bo ku ew cihekî hêniktir behna xwe bide, pirtûkan bixwîne, xwestiye ku li ser vê dara tûtê malekê ava bike. Lê ji ber ku hinekî talûke ye jin û zarokên wî destûr nedan ku ew vê malê ava bike.
Gurz, got ku wî biryar da ku vê malê çêbike û 3 sal berê bi tena serê xwe ev mal ava kir, lê hîn jî zarokên wî naxwazin ku ew li wir bijî.
- Bi 28 pêpelokan hildikişe mala xwe
Gurz, diyar kir ku gava hewa germ dibe, ew hemû dema xwe li vê malê derbas dike, heta şev jî di vê malê de dimîne. Gurz, wiha got: "Cihekî ku ez herim tune, ji ber vê jî behna min li wir derdikeve, ez li wir Qûr'an û pirtûkan dixwînim."
Gurzê 86 salî diyar kir kesên ku malê dibînîn wî pîroz dikin ku ew mal çêkiriye.