ADIYAMAN (AA) -
Xwendekarên Zanîngeha Adiyamanê ji bo ku çûk di nav bajêr de bi awayekî sirûştî bijîn, projeyek amade kirin. Di çarçoveya projeyê de xwendekaran ji texteyan hêlîn çêkirin, boyax kirin û ji bo çûkên nav bajêr di parqan de daliqandin.
Mala Çand û Ciwaniyê ya Adiyamanê ku li ser Îdareya Pêşveçûna GAPê ye, bi piştgiriya bexşa Weqfa Sabanciyê ji bo çûkan projeyek amade kir. Hin xwendekarên zanîngehê jî ji bo vê projeyê bi daxwaza xwe hatin bal hev û bi hewl û xebatên xwe piştgirî dan projeyê.
Xwendekarên zanîngehê ji bo çûkên li nav bajêr ji texteyan hêlîn çêkirin, boyax kirin û birin di parqan de daliqandin.