Haydar Şahin
11 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2019
Li Sêrtê 3 xwendingehên avakirina wan dewam dikin ew ê di sezona perwerdeyê ya 2019-2020î da ji bo xizmetê werin vekirin.
Îsa Guneşê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr diyar kir ku Dibistana Seretayî ya Baxgozeyê ya 6 polî, dibistana navîn a taxa Weysel Qeranî ya 24 polî û dibistana seretayî ya li Eruhê ya 24 polî ew ê di îlonê da dest bi xizmetê bikin.
Guneş bal kişand ser girîngiya xwendingehê yên tên avakirin û got, "Dema xwendingehên tên avakirin temam bibin û dest bi xizmetê bikin kêmasiyeke mezin a di mijara polan da ew ê were çareserkirin."