Önder Beyter
09 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2019
Li Kurtalana navçeya Sêrtê 60 hezar masiyên hûr ên sazan berdan gola piçûk a Ekînliyê.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Ergun Demîrhan diyar kir ku di çarçoveya "Projeya Zêdekirina Nifûsê Masiyan a di Avan da" ya Wezareta Çandinî û Daristanê da 60 hezar masiyên hûr ên sazan ku ji aliyê Midûriyeta Enstîtuya Lêkolînên Berhemên Avê ya Elezîzê hatin şandin.
Demîrhan diyar kir ku personelê teknîkî masî berdan golê û wiha dewam kir:
"Em dixwazin li herêma xwe, fealiyetên çandiniyê di warên cuda da zêde bikin. Ji bo vê armancê jî me sala 2016an 120 hezar, sala 2017an 560 hezar, sala 2018an 120 hezar û herwiha îsal jî 60 hezar masiyên hûr ên sazan berdan golên piçûk. Em dixwazin bi bendav û golên piçûk ên ku vê axiriyê hatin çêkirin va derkevin asteke berbiçav da ku ji bo hilberînerên me deriyên nû yên debarê vebin."