09 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2016
SÎÎRT
Çêkirina tenduran li hember teknolojiya pêşveçûyî bi sedsalan e dewam dike.
Welatiyên ku li Sêrtê dijîn jî heriyeke taybet ji bo tenduran amade dikin û bi kedeke mezin tenduran çêdikin û difroşin.
Egît Ozhanê ku li Sêrtê tenduran difroşe ji nûçegihanê AAyê re got ku nanê tendurê çanda vê herêmê ye û wiha axivî: "Qasî çêkirina tendurê, di tendurê de nanpijandin jî zehmet e. Li gundan ev çand hê dewam dike û gundî hê jî tenduran dikirin û tê de nan dipêjin. Em tendurên xwe li Diyarbekirê di atolyeyên taybet de çêdikin û tînîn Sêrtê difroşin. Bihayê tenduran di navbera 100 û 125 lireyan de diguhere. Em salê 250 û 300 tenduran difroşin. Çêkirina tenduran zehmet e. Lewra axa wê, heriya ku bi rojan hasil dikin û birîn û anîna wê ne hêsan e."