24 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2016
SÎÎRT
Li Şêrwana navçeya Sêrtê di kaneke madenê da hezaz qewimî.
Li gorî agahiyê, di karîgeheke paxir a şîrketeke taybet a li gundê Madenê di dema şuxul da hezaz qewimî. Karkeran demildest rewş ferq kirin û ciyê bûyerê terikandin. Lê 6 kamyon û 2 makîneyên xebatê di bin axa hezazê da man.
Di bûyera ku tiştek bi kesî nehat da seba paqijkirina saheyê xebat dest pê kirin.