Önder Beyter
23 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2019
Li Erzinganê Sûlava Gîrlevîkê ku bi bedewiya xwe ya siruştî derdikeve pêş, demsala payîzê bi belgên daran ên zerbûyî va dîmenekî xweşik ku ziyaretvanan mest dike, derdixe holê.
Sûlava Gîrlevîkê ku li gundê Kalecîkê yê 35 kîlometre dûrî navenda bajêr e û ji 9 avên kaniyên cuda pêk tê, her demsalê xweşiyeke cuda li ber siruşthezan radixe.
Sûlava ku havînê bi hewaya xwe ya hênik û hêşînahî û keskahiya dewrûberê, zivistanê jî bi şembelûkên pir dirêj va însanan hejmetkar dihêle, vê demsala payîzê bi belgên daran ên zerbûyî mêvanan diezimîne.
Li Sûlava Gîrlevîkê bedewiya payîzê
- "Sûlav demsala payîzê rengekî xweşik û cuda werdigire"
Beyza Polata ku Sûlava Gîrlevîkê ziyaret kir, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku sûlav, parqeke siruştî ye ku xwezaya wê pir xweş û sipehî ye.
Polatê destnîşan kir ku heya ji wê tê, ew hewil dide ku gelek carî sûlavê ziyaret bike û wiha dewam kir:
"Sûlav demsala payîzê rengekî xweşik û cuda werdigire. Divê herkes were û vê bedewiyê bibîne. Em li vê derê wêneyan dikişînin û ji xwe pîknîkê dikin. Li Erzinganê ji yek ciyên sereke ye ku divê mirov were dîtina wê."
Emre Koz ku ji Stenbolê rabûye hatiye dîtina sûlavê, bal kişand ku Gîrlevîk demsala payîzê bi reng û herka xwe aramî û hizûrê dide însanan.