Elif Orhan
23 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Li Tuzlucaya navçeya Îdirê jin ji bo ku zivistanê bixwin û piştgiriyê bidin aboriya malbatê rîçala bacanê reş çêdikin.
Jin ji bo ku piştgiriyê bidin "projeya Jinên Jîrek ên Tuzlucayê" ya ku Şaredariya Tuzlucayê ji bo ku ji berhemên herêmî ra derfeta bazarê çêbe tetbîq kir û zivistanê bixwin zend û bendê xwe girêdan û sîtil ji bo rîçala bacanê reş kelandin.
Bacanên reş ên ku ji bo çêkirina rîçalê bi taybetî tên çandin tên qeşartin û demekî dihêlin di nav şoravê da û gelek caran tê şûştin. Bacanên dixin nav sîtilên ku datînin li ser agirê êzingan û lîmon û şekir berdidin serê û 4 saetan dikelînin.
Piştî miameleya şerbetkirinê bacanan dixin nav qebanozan û ji bo taştê amade dikin.
- "Em wek şaredarî serê qebanozê pereyê hilberînê didin"
Şaredarê Tuzlucayê Ahmet Saît sadrettîn Turkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji dema ku hatin ser peywirê vir va hewl didin ku destê jinan xurt bikin.
Turkan got ji bo ku berhemên herêmî yên ku jin çêdikin bên firotin piştgiriyê didin wan û wiha axivî:
"Li 20 cihên navçeya me jinên ku di çarçoveya projeyê da piştgiriyê distînin ji bo hilberîna rîçala bacanên reş gelekî dixebitin. Em wek şaredarî ji bo ku nirxekî aborî bidin sebze û meyweyên ku jinên me hilberîna wan kir qebanoz û şekir didin wan. Herwiha em serê qebanozê pereyê hilberînê didin wan. Armanca me ya tekane ew e ku jin di malê da xurt bibin û li Tuzlucayê modêleke hilberînê çêbe û ev modêl li tevahiya bajêr û welêt belav bibe."
- "Piştgiriyê dide aboriya malbatê"
Gulcan Yuceya ji jinên hilberînerê bacanên re qal kir ku her sal van deman dest bi amadehiya çêkirina rîçala bacanê reş a ku li tevahiya Îdirê tê çêkirin dikin û wiha axivî: "Me berê tenê ji bo ku li malên xwe bixwin rîçala bacanê reş çêdikir niha bi piştgiriya şaredariya me ji bo firotinê jî çêdikin. Ev jî piştgiriyê dide aboriya malbata me."
Aynur Aydemîra ji jinên hilberînera rîçala bacanê reş jî xwest ku herkes rîçala bacanên reş bixwe.