DİYARBAKIR
Li Tirkiyeyê di navbera sala 2000 û 2013an de piraniya wan ku jinên xaçparêz in, 8 hezar û 779 kes bûn misliman.
Li gor agahiyên ku nûçegîhanê AAyê ji Serokatiya Daîreya Hizmetên Îrşadê ya Serokatiya Karên Diyanetê bidest xist; li Tirkiyeyê 8 hezar û 779 kes ji sala 2000an heta gulana 2013an dînê xwe guhertin û bûn misliman.
Hat diyarkirin piraniya kesên ku dînê xwe guhertine jinên xaçparêz in. Bi piranî jî welatiyên Komarên Sovyetê, Alman, Fransa û Îngilistanê dînê xwe guhertin û bûn misliman.
Ji xeynî yên ku serî li meqamên miftîtiyê dane, hejmara kesên ku dînê Îslamê hilbijartine nayê zanîn.
Li gor daneyên Tirkiyeyê hejmara kesên ku li gor salan bûne misliman ev in.
2000: 926, 2001: 934, 2002: 143, 2003: 665, 2004: 523, 2005: 562, 2006: 614, 2007: 572, 2008: 633, 2009: 658, 2010: 634, 2011: 726, 2012: 779, 2013: 5 mehên ewil: 410, bi tevahî: 8779
Miftiyê Diyarbekirê Nîmetûllah Erdogmuş jî li ser reqaman sekinî û got: "Ev reqamên fermî ne, em wisa bawer dikin ku li giştiyê dinyayê bala li ser dînê Îslamê zêde ye. Di vê heyama ku em tê de ne, qeyrana manewiyatê ya di nav însanan de gelek zêde ye û ji bo çareseriyê jî li rêyekê digerin. Di vê gerê de manewiyat zêdetir bala wan dikişîne li ser xwe. Qurana Pîroz a ku heta îro nehatiye guhertin ji bo van kesan dibe rawestgeh. Ji xeynî welatê me li welatên yekîtiya Ewropayê jî hejmara kesên ku dibin misliman her ku diçe zêde dibe.
Stacey Robertsa Îngiliz jî ji bo betlanê hatibû Antalyayê û Serkan Çadirê Diyarbekirî li wê derê nas kir û piştî demekê zewicîn û bû misliman.
Robertsê der barê mislimantiyê de got: "Ez ji bo betlanê hatibûm Antalyayê. Min û Serkan li wê derê hevdu nas kir. Piştî demekê me nîşanî kir. Beriya zewacê ez bûm misliman. Mislimantî ji Xristiyaniyê gelek çêtir e. Paqijiya mislimanan bala min pir kişand û ez di bin tesîra vê paqijiyê de mam. Ez bi xwesî û xwezûrê xwe re rûdinêm. Ji ber ku ez bi wan re rûdinêm pir kêfxweş im.