KAHİRE
Wezîrê Karên Hundir yê Misrê diyar kir ku dê destûra xwepêşanan nedin û wezaret bergirî li xwepêşanên bêdestûr jî girt.
Li Qada Nahdayê girseya li dijî derbeyê li hemberê êrîşan ên ku dê ji nişka ve bên kirin, ji bo xweparastinê mertalên hesin amade dikin.
Her çiqas Wezareta Karên Hundur gefên wek ''dê qad bên valakirin'' li xwepêşanderan bide jî gelek kes beşdarî xwepêşanan bûn. Di dîroka Misrê de ev xwepêşan a herî mezin tê qebûlkirin. Hedefa xwepêşanan ew e ku birêveberiya derbê bidin zorê û Serokomarê hilbijartî Mûhammed Mûrsî dîsa bînin li ser text.