Orhan Sağlam
20 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2024
Li Wana ku bi Îrana cîran ra xeta herî dirêj a sînorê wê heye, di van demên dawî da bi hezaran Îraniyên ku bi mebesta derbaskirina betlaneya xwe li wê derê ne û li bajêr bûn sedema tevgereke mezintir a aboriyê.
Geştiyarên Îranî yên ku ji bo betlaneya xwe ya havînê Wanê hildibijêrin bi rêya bejahî ji Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê Saraya navçeya Wanê derbasî vî milî dibin.
Li bajarê ku geştiyarên Îranî otêl tijî kirine, li cihên dîrokî û geştiyarî yên bajêr bi taybetî qeraxên Gola Wanê digerin, li bazaran jî bi rûyê aborî dilê dikandar û esnafan xweş dikin.
Di 6 mehên serî yê îsal da 431 hezar û 938 geştyarên Îranî serdana vî bajarî kirin ku di van salên dawî de hejmara herî zêde ya geştiyaran e.
Alîkarê Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Fevzî Çelîktaşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku deriyê sînor ji bo Wanê bûye çavkaniya sereke ya aboriyê.
Çelîktaş, danî ziman ku ew her meh mazûvaniya bi deh hezaran geştiyaran dikin û got, "Di 6 mehên ewil ên sala 2023an de 328 hezar û 172 Îranî derbasî bajêr bûne. Îsal jî di 6 mehên ewil da 431 hezar û 172 kesan sedana bajarê me kiriye. Xebatên me dewam dikin û em di wê baweriyê da ne ku di 6 mehên duyemîn ên îsal da em ê bigihêjin armanca xwe ya mazûvaniya milyonek geştiyarî."
Hadî Mehrjouya Îranî ku destnîşan kir ew ji bo betlaneyê hatiye Wanê û diyar kir ku ew li ber bedewiyên siruştî yên bajêr heyirî mane.
Yûsif Azîzî yê Îranî jî got, "Îsal giringiyeke mezin ji bo sektora geştiyariyê hat dayîn. Li Gola Wanê hejmara keştiyên geştê zêde bûne. Yek ji sedema herî mezin a hatina me ya bajêr ew e ku bihayên tiştan guncaw in."