Azat Muhammet
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
DIHOK
Serokê Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Mewlewî Cebar der barê tûrîzma navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de got: "Hemahengî û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di warê tûrîzmê de pir baş in. Tenê di rojên Eyda Remezanê de 4 hezar geştiyarî ji Tirkiyê berê xwe da deverên geştê yên li Herêma Kurdistanê."
Mewlewî Cebar, der barê çûnûhatina Eyda Remezanê û qelebalixiya tûrîstan de daxuyanî da peyamnêrê AAyê û got di tarîxa Herêma Kurdistanê de cara yekem e ku di 4 rojan de 140 hezar geştiyar seredana herêmê dikin.
Berpirsê Geştûguzariyê herwiha anî ziman ku ew ji bo bilindkirina asta rêjeya geştiyaran xebatan didomînin.
Li gor qalkirina Mewlewî Cebar ji Mûsilê jî komên mezin hatine seredana Herêma Kurdistanê.
Herî zêde jî Hewlêr hatiye ziyaretkirin ku 60 hezar kes çûnê, Silêmanî 51 û 29 hezar jî çûne Dihok û Germiyanê.