Özkan Bilgin
07 Gulan 2024•Rojanekirin: 08 Gulan 2024
Li Wanê ji ber barîna barana gumrah, avê kuçe û kolan dan ber xwe.
Li bajêr taviya baranê ya ku 3 roj e binavber didome, tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Ji ber taviya ku îro gurr kir û li cihên bilind jî vegerand zîpikê, kuçe û kolan di bin avê da man û her wiha avê da binê kargehan.
Li ser rêyên ku ajokaran zehmetî kişandin, ekîbên Rêbejayê û şaredariyê xebata texliyeyê da destpêkirin.