Li Şanliurfaya ku yek ji navendên xwedîkirina pez e, îsal bi barana zahf ve zozan şîn bûn û çêre pir bûn û vê jî kir ku kêfa xweyîkerên pez xweş bibe.
Li bajarê ku biqasî 2 milyon pez lê heye, sala par hişk û ziha derbas bû, lê îsal baran hem pir û hem jî zû barî û bû sedema geş û gurbûna çêreyê.
Ji ber vê baranê bi piranî rûyê xwediyê birên pez ên li Qerecdag, çiyayê Hîlwan û Tektekê keniya. Kêfa xwediyê biran ji ber barana biharê ya ku têra xwe barî xweş bû.
Xweyîkerê heywanan Medet Alan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a heywandariyê bi awayekî zêde xerckirina êm e.
Alan destnîşan kir ku geş û gurbûna çêreyê pêdiviya bi êm kêm kir û wiha domand: "Dema ku çêre pir şîn bû, wêçaxê kêfa xweyîkeran jî pir xweş dibe. Bi geşayî û zêdeyiya çêreyê ve guhanê pez tije şîr dibe û berx û kar xurt dibin. Bihara îsal ji Xwedê ra pir şikir ji bo me demsaleke zahf baş e. Dema ku wiha be şîr jî zêde dibe. Hêvîdar im ku dê bihayê berxan jî herdem wiha be."
Berpirsê Yekîtiya Xweyîkerên Pezê Tovî yê Rihayê Fûat Tatli jî diyar kir ku wan di encama lêkolînên xwe yên li herêma ku pez lê diçêre de dîtin ku kêfa xwediyê kerî li cih e.
Tatli destnîşan kir ku bi taybetî dema hişkayiyê de welatî pir tengasî dikşînin û ligel hişkayiya sala par, sezona îsal bêtir bibaran derbas dibe û ev jî dibe sedema gurbûna çêreyê.