DIYALA
Li navçeya Xanekîna girêdayî wilayeta Diyalayê berhevkirina xurmeyan dest pê kir. Salên berê ji ber hişkayiyê ji xurmeyan hindik ber sitandibûn, lê îsal ber û bereketa xurmeyan zêde bû. Xurmeyên reng bi reng û gûşî bi gûşi, bû kêfxweşiya hilberîneran. Li Xanekînê ev 4 hezar sal in wek kevneşopiyekê xurme tên çandin. Xelkê navçeya Xanekînê ji bo firotina xurmeyên ter yên di baxçeyên xwe de, li benda vegera heciyan e.
Hilberînerê xurmeyan Salih Ebdullah daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li ba me ji bo îfadekirina berketê dibêjin ku "li Xanekînê xurme zehf in" îsal ev yek rast derket.
Ebdullah got ku li Xanekînê çandina xurmeyan ji bav û kalan maye, ez fêkiyên darên ku bavê min çandibûn berhev dikim, dê zar û neviyên min jî ji yên min çandî berhev bikin. Ebdullah diyar kir ku xurme darekî emirdirêj e, li bin dara xurmeyê gelek darên wek porteqal, nar û lîmon jî digihijin. Ji ber ku dara xurmeyê zirarê nade fêkiyan ev yek pêk tê.
Cotyar Usame Hemîd jî diyar kir ku ev 40 sal in bi karên xurmeyan re mijûl e û got ku me ev demeke dirêj e saleke evqas bibereket nedîtibû. Hemîd dest nîşan kir ku li Iraqê 60 cure xurme hene û li Xanekînê herî zêde cureyên wek Aşrasî, Zehdî, Hestewî, Hezrawî, Mîrhaç, Mektum û Mehrab tên zanîn.
- Xurme 4 qatan zêde bû
Midûrê Zîreatê yê Xanekînê Kameran Ebdullah jî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku berê wan li gor salan 4 qatan zêde bû û da zanîn ku dê sala bê ji bo danasîna xurmeya Xanekînê mîhrîcanekê li dar bixin.