Zana Natık Kerem
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 31 Tebax 2017
BEYRÛD
Serkomarê Libnanê Mîşel Ewn serkeftina welatê xwe li dijî terorîstên DEAŞê û kuştina 22 eskerên Libnanê yên sala 2014an hatibûn revandin ragihand.
Artêşa Libnanê di 19ê Tebaxê de operasyona "Şefeqa Çiyayan" li dijî DEAŞê dabû destpêkirin û 27ê Tebaxê jî agirbest îlan kiribû.
Serkomarê Libnanê Mîşel Ewn li ser vê bi Fermandeyê Artêşê General Jozef Ewn civîna çapemeniyê li dar xist û got:
"Ji bo vê serkeftinê artêşê pîroz dikim. Li hemberî wan eskerên xwe ku di şer de şehîd ketin jî bejna xwe ditewînim."
Ewn wiha axivî:
"Ez ji bo hemû dinyayê û libnaniyan dibêjim ku Artêşa Libnanê selimandiye ku xwedî hêzeke mezin e. Bi tenê karê DEAŞê ji axa welatê xwe derxîne."
Fermandeyê Artêşê General Jozef Ewn jî diyar kir ku operasyona 19ê Mehê li rojhilatê welat li dijî DEAŞê dabûn destpêkirin gihîşt armanca xwe DEAŞ hat derxistin.