Abdullah Tel
02 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2020
Malbata li Wêranşehira navçeya Rihayê di kon da dijî derbasî mala xwe ya nîvcû ya ku bi xêra alîkariya xêrxwazan va hat temamkirin, bû.
Malbata bi paşnava Bulbul li Taxa Hurriyetê di nav zeviyeke beyar da kon vegirtibû malxweyê malê Îsmaîl Bulbul jî tişt û miştan berhev dikir, difirot û pê debara malbata xwe dikir.
Îsmaîl Bulbulê bavê du qîz û kurekî tevlî xanima xwe bi derfetên xwe li rû konê tê da diman ji xwe ra xaniyek lê kirin lê ji ber tunebûnê înşeata wan nîvcû mabû.
Rayedarên Komeleya Heft Simbil a ku hay ji meseleyê bûn bi alîkariya xêrxwazan va alî malbatê kir û înşeata xanî temam kirin.
Mala ku kêmasiyên wê hatin temamkirin û eşyayên hewce dikirin hatin kirîn ji bo rûniştinê amade bû û malbata di kon da dima bi kêfxweşî derbasî xaniyê xwe bû.
Îsmaîl Bulbul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew berê tevî bavê xwe rûdiniştin lê ji ber hin sedeman ew cihê bûn.
Bulbul ragihand ku li ser vê tevlî malbata xwe wan ji xwe ra konek vegirt û wiha pê a çû: "Ez tevlî kurê xwe yê 10 salî bi parxêleyê kuçe bi kuçe digerim û naylon, teneke û tiştên din berhev dikim, wan difiroşim û pê debara mala xwe dikim."
Bulbul destnîşan kir ku wî hesp û parxêla xwe firot û li rû konê xwe ji bo çêkirina xaniyekî bingeh avêt lê ji ber tunebûna derfetan karê wî nîvcû ma û wiha domand: "Cîranên me ji me ra nan û av tînin. Piştî demekê ji Nûnertiya Wêranşehirê ya Komeleya Heft Simbil hatin û li halê me mêze kirin û gotin ku bi îzna Xwedê emê ji we ra xaniyekî çêkin. Wan ji me ra xaniyekî du oda, salon, kîler û serşok jî tê da çêkirin. Xwedê ji wan razî be û em gelek şa bûn."
Nûnerê Komeleya Heft Simbil a Wêranşehirê Alî Riza Topkan got ku ew piştî rewşa malbatê hîn bûn çûn serdanê û wiha pê da çû: "Me ji wan ra hespek û parxêleke nû kirî da ku bila bikaribin debara xwe bikin. Me biryar da ku ji wan ra xaniyekî jî çêkin. Tevlî endamên komeleyê em hatin me milê xwe kir milê hev û xanî lê kir. Paşê malbat derbasî mala xwe bû. Dema em wan kêfxweş û rûgeş dibînin ev yek ji bo me jî dibe kêfxweşî."