Haydar Şahin
07 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2018
ADIYAMAN
Li Kahtaya navçeya Adiyemanê di malekê da marek girtin û paşê birin mar berî çolê dan.
Ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Kahtayê îxbar hildan ku li Taxa Gîrneyê di malekê da marek heye, li ser vê dest bi xebatan kirin û marekî dirêjahiya wî kêmzêde 2 mêtre ye girtin.
Ekîbên agirkujiyê mar birin berî çolê dan.
Ahmet Firatê xwediyê malê di daxuyaniya xwe da got hingî mar dîtine mal terk kirine, piştî girtina mar hatin ser hemdê xwe û ji ekîbên agirkujiyê ra sipas kir.